Teqîn li zeviyên petrolê li nêzî Kerkûkê rû dan

Teqîn li zeviyên petrolê li nêzî Kerkûkê rû dan
Berpirsine di kompanya "Petrola Bakur" a Îraqî ragihandin ku, hejmarek ji teqînan li 2 bîrên petrolê li nêzî devera ku rêxistina DAIŞê kontrol dike rû dan lewra deranîna petrolê îro Çarşemê rawestiya, û endamên agirkujê hewl didin ku agir vemirînin, herweha jêderine ewlehî ev agahî tekez kirin.

Li gorî daxuyaniya wan berpirsan ku, hêj ne diyar e kîjan alî ew teqîn li zeviya Xebaz (20 km başûrê Kerkûkê) pêk aniye, lê tekez kirin ku ziyaneke mezin li alavên derxistina petrolê hatin kirin.

Jêderine ewlehî diyar kirin ku, hêzên polîsa Îraqî hejmarek ji bombeyên ku neteqiyane li nik bîreke 3mîn li wir dîtin û niha hewl didin ku wan bi ewlehî ji wir rakin.

Hêjayî gotinê ye ku, hêza zeviya Xebaz a giştî digihîje 15 hezar bermîl ji petrolê, lê beriya teqînan, zevî 10 hezar bermîl rojane der dixist.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات