Li bajarê Helebê û piştî rawestandin topbarana rêjîmê bi ser bajêr de , ketîbeyên Islamî berê xwe dane taxa Şêx Meqsûd ya Helebê û ji nû ve ew tax bi tundî topbaran kirin.
Hin jêderên xwecehî ji taxa Şêx Meqsûd diyar kirin ku ketîbeyên Islamî dîse dest bi topbarana taxê kirin û hemû çekên giran li dijî taxê pêk anîn, û li gorî heman jêderan ku di encama topbaranê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 3 welatiyên din jî birîndar ketin û tîmên tenderûstî ew birîndar rakirin navenda heyva sor ya taxê.
التعليقات (0)