Amed, bi Sûr û bedenên xwe dinale

Amed, bi Sûr û bedenên xwe dinale
Li bakurê Kurdistanê, şerê xendekan encameke giran bi xwe re anî. Gelek warnişînên Kurdistanê yên kevnar hatin hilweşandin. Yek ji van waran jî Sûra Amedê ye.

Wekî tê zanîn, dîroka Sûrê digihêje heşt hezar salan berê, li gorî jêderkên pêbawer, berî 8.000 salan bingehê Sûrên Amedê ji aliyê Hurriyan ve hatiye danîn. Babika bi navê Îlamî ya Hurriyan Sûrên Amedê ava dikin.

Wekî tê zanîn, nêzî 34 şaristaniyên cuda li vî bajarî şopa xwe hiştiye û sala borî jî ji aliyê UNESCOyê ve wek Mîrateya Çandî ya Cîhanê hate qebûlkirin û girte bin parastinê. Lê hêj salek di ser re neçû, ew warê dîrokî, bi top û tangan hate rûxandin, ji Mizgeftê bigire heta Dêrê warên pîroz jî di nav de, hema çi kete ber lûleya lopan bi serobinê hev de anîn xwarê.

Li nav Sûran, nêzî sed rojan bêrawestan şerekî bi çekên giran hebû. Piştre şer bi dawî hat, li şûnê xaniyên kavil, wêrankarî û şopên guleyan man. Ligel vê, bi sedan kuştî; ji her du aliyan, bi hezaran kes derbider bûn û bê mal û bê kar man.

Niha Sûr, wek girtîgeheke vekirî ye. Li ber hemû deriyên keleha Ameda qedîm a dîrokî çeperên polîsan hene. Her der bi ala tirkan xemilandine. Gava tu ji taxên din ên Amedê ber bi Ameda qedîm ve tê, wekî ji warekî din biçî yeka din. Serê her bihostê panzer û TOMAyek hatiye bicihkirin. Polîs û hêzên taybet, destê wan bi tetîka tivingê ve û bi çavekî tijî kîn li xelkê dinêrin.

Xelkê bajêr şikestî ye bêdeng e û hewl dide birînên xwe bipêçe. Gava tu li rûyê însanan dinêrî, wek bibêjin “Xwedêwo, ev çi bû?” bi heyirî, temaşe dikin. Ti kes, zû bi zû bi van rûdanan naaxive, lê her kes, bi ruhekî şikestî tenê temaşe dike.      

Wesayitên polîsan bi al digerin, her der tijî al kirine. Jiyan di bin siya alên sor de diherike, dil şikestî, hêvî birîndar û dîrok, li wê derê, li rastê xirbe…

Amed, bi sûr û bedenên xwe dinale. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات