HRW: Hejmareke mezin ji zarokên Sûrî li Urdunê ji xwendinê bêpar mane

HRW: Hejmareke mezin ji zarokên Sûrî li Urdunê ji xwendinê bêpar mane

Rêxistina ’’Human Rights Watch’’ a Amerîkî ya mafên mirovan doz li Urdunê kir, rê li ber zarokên Sûrî, yên penaber li ser xaka wê veke da herin dibistanan û tekez kir, ku 80 hezar zarok ji 226 hezaran bê xwendin mane.

Di rapora xwe de ya bi navê ’’Em li ser pêşeroja wan ditirsin: Astengiyên perwerdekirina zarokên Sûrî yên penaber li urdunê’’, rêxistnê doh Yekşemê got, ku ji Urdunê tê xwestin li hember siyasetên rê li ber bidestxistina zarokên Sûrî ji perwerdeyê re gavan bavêje, jibo ew karibe planên zêdekirina derfetên çûyîna dibistanê ji zarokan re di sala xwendinê yê 2016-2017an de bicîh bîne.

Tê zanîn, ku li gorî belgeyên Neteweyên Yekbûyî, bêhtir ji 650 hezar penaberên Sûrî li Urdunê hene, lê desthilatên wî welatî dibêjin, ku ew hejmar gihaye 1.3 milyonî û hin ji wan ligel rêxistina navnetewî nehatine qeydkirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات