Evîn Berazî: Ez hêviya sînemayeke Kurdî li ser asta cîhanî dikim

Evîn Berazî: Ez hêviya sînemayeke Kurdî li ser asta cîhanî dikim
Di salên dawiyê de, sînemaya Kurdî gavên balkêş li ser asta cîhanî avêjtine, gelek derhênerên navdar ên Kurd cihê xwe di vî warê hunerî yê girîng di rêza piledilindan de girtine.

Wisa hêvî dike mêvana me, derhênera ciwan Evîn Berazî, ya bi vîneke bihêz gavên xwe li ser şopa sînemayê diavêje.

Evîn keça bajarê Kobaniyê ye, di sala 2006an de bawernameya derhênanê ji zanîngeha Beyrût li Libnanê wergirtiye, piştre li zankoya aborî û bazirganiyê li zanîngeha Helebê xwend û ji wir bawernameya wê stand.

Dema ew li Sûriyê bû, di gelek kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên perwerdeyî yên bo zarokan de beşdar bû, jibilî hin bernameyên televezyonî.

Evîn niha li Denîmarkê ye û di kenala Sltv kar dike, me ligel wê hevpeyvîneke xweş kir, tê de li ser ezmûna xwe di warê derhênanê de axivî, herweha xwen û hêvî yên xwe bi me re parve kirin û em jî xwendevanên Orient Net bi xwe re beşdarî vê hevpeyvînê dikin, fermo em bi hev re bixînin.

-Destpêka Evîn bi sînema û derhênanê çawa bû, û çi astengî li pêşiya te hebûn?

**Destpêka min sala 2006an li Libnanê bû, dema ez derbasî karê hunerî bûm bi televizyoneke Erebî re, piştî min xwendina derhênanê ji zanîngeha Beyrûtê bidawî kir, û jiber ez xwendekara sêyemîn bûm di nifşê xwe de, mamosteyê min navê min pêşkêşî kenala MBC kir û min tê de xebat kir. Dema şerê Tîrmehê li Libnanê sala 2006an qewimî, ez neçar bûm da vegerime Sûriyê û min li zanîngeha Helebê xwend. Derbarê astengiyan, navê min Evîn bixwe pareke mezin ji sîtemê li min kir, jiber ez Kurd bûm, ev dihate wateya ku ez welatiyek ji asta duyemîn û belkî sêyemîn jî di civaka Sûrî de wê demê, lewra hezar gav hebûn beriya ez di berhemekê de bihatibûma pejirandin. Li gorî gera min bo kar li Sûriyê, min gelek azar kişand, tenê gendelî û pertîl hebûn û ev herdu diyarde azarên ciwanên xwedî hêvî dibirandin, herweha bê çavdêrî welat wêran kirin û bibûn bobelateke mezin gelek nexweşî di civakê de afirandin.

-Te di çi berhemên sînema û warên hunerî yên girêdayî wê de beşdar bûye?

**Min hin kurtfîlm li Libnanê derhênan kirin weke, (Helwesteke taybet, Evîn dimîne, Ji xwedan ezmûn ne ji zanayekî bipirse). Ligel komek ji belgefîlman bo kenala Perwerdeyî ya Sûrî weke, (Ji cîhana zarotiyê, Şam di çavên dildarên wê de....) û di dema dawiyê de min fîlmek anîmasyonî bi navnîşana "Starting Over" derhênan kir. Herweha ez di hin fîlm û rêzefîlman de weke alîkara derhêner xebitîm weke: (Heyva êla Haşim ligel derhêner Mihmed Şêx Necîb, Ji giyanê xwe bipirse ligel derhêner Seyf Şêx Necîb, fîlmê sînemayî Dergehê Bihuştê ligel derhêner Mahir Gedo....).

-Di çarçoveya pêwariya dîmeneke zelal bo bûyerên li Sûriyê diqewimin, bitaybetî guhertina rastiyan, dibe ku sînema bibe vebijark ji çapemeniyê re da rastiyê ronahî bike?

**Sînema dikare babetekê bi zelalî nîşan bide berovajî çapemeniyê, ya rastiya rojevê diyar dike. Sînema ji ragihandinê gelekî dûr e, ragihandin rojevê nîşan dide weke ku heye, lê berhemên sînemayî babetekê pêşkêş dike û wê gotûbêj dike. Gelek ji berhemên sînemayî wêneyeke neyinî li ser rojevê diyar kirine, lê bi şêweyekî baş hatine pêşkêşkirin. Wisa divê fîlm civakê û pirisgirêkên wê bi şêweyekî erênî bigihîne bîneran, û ew şêwe dihêle ku bîner ji wê hez bikin û li çareseriyan bigerin.

-Evîn, te li hundir xebat kiriye, û niha tu li derve yî, eger cudahî di navbera herdu rewşan de hebin, ji kerma xwe ve ji me re şîrove bike.

**Cudahî pir mezin e, li hundir gera li derfeteke kar di bin siya gendelî û pertîlan de cihê serêşiyê ye. Lê li derve, xebat û serborî yên mirov derfetê çê dikin da ew kar bike, tevî hin mercên din yên girêdayî fêrbûna zimanê welatê ku li wir dijî û nasîna civakê bigiştî.

-Tu çawa sînemaya Kurdî bigiştî dinrxîne, nemaze ku navên girîn hene di warê derhênanê de ku gihîştine asta cîhanî ji Kurdan?

**Fîlmên sînemayî yên Kurdî herdem nû dibin bitaybetî ku berhemên sînemayî ji xebatên kesayetî ne. Ta niha afirandina sînemayê ji hêla kompaniyên alîgir tune ye, da Kurd bi sînemaya xwe ya taybet bigihîjine asta cîhanî, tevî ku gelek ji derhênerên me xelatên navwelatî wergirtine.

-Niha li Rojavayê Kurdistanê projeyeke afirandina sînemayê heye, weke peyamgehekê ye, ka Evîn çi şîretan li berpirsên wê dike?

**Ez daxwaza pêşkêşkirina azara Kurdan di rojeva xwe de bi berhemine bedew dikin, berhemine xwedan nirx û pirensîp ên ramanên mirovane ku bikarîbin hilatekê nû bo sînemaya Kurdî çê bikin. Bila biratiya Kurdan tê de biafirînin, bila em ligel hev alîkar bin da sînemaya xwe bigihînin asta cîhanî.

-Gelo te hêviyên xwe di warê derhênanê de pêk anîne? ti projeyên sînemayî li pêşiya te hene?

**Ez herdem dixwazim kar bikim, tevî ku min hejmareke baş ji fîlman derhênan kirine, lê hêj gelek li pêşiya min heye da ez ji sînema bigiştî û ya Kurdî bitaybetî re pêşkêş bikim. Hilbjartina fîlmê min "Starting Over" bo pêşbaziya fermî ya festîvala welatên Skendenavî ya li welatê Fînlandayê lidar dikeve, gava yekemîn e da ez xwena xwe li ser asta cîhanî pêk bînim... 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات