Tirkiye li ‘Rojava’ li dû çi ye?

Tirkiye li ‘Rojava’ li dû çi ye?
Roja 25ê tebaxê, dewleta tirk, komek çeteyên DAÎŞê ji Jerablûsê anîn, rihên wan qusandin, cilên Artêşa Azad a Sûrî lê kirin û berê xwe da ‘sefera Jerablûsê’

Armanca Tirkiyeyê ew e ‘bi hinceta silqê xwe bigihîne kutilkê’ û bi navê DAÎŞê a rastî kurdan bitirsîne û nehêle ‘korîdora kurdî’ ava bibe.

Gelo Amerîka çawa razî bû? Rûsya çi dibêje?

Wekî tê zanîn, ji mêj ve ye, Serokê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan pilaneke weha hebû, Lê dikir nedikir, nikarîbû ti kesî qayil bike. Berî her tiştî Artêşa Tirk bi xwe, bi planeke weha razî nebû. Lê bi hewldana derbeya 15ê tîrmehê artêş têkçû û li Tirkiyeyê prestîja wê ya 100 salî bi erdê re bû yek.

Operasyonek weha berî her tiştî dilxweşkirina artêşê ye. A dîtir Tirkiye, dixwaze bêje, “Dîkê Rojhilata Navîn ez im… Di dabeşkirina nû de, bêyî min nikarin nexşe bêne danîn…” Ev aliyê tirkan.

Lê Amerîka çi dixwaze?

Ev demeke dirêj e, Amerîka dixwaze Tirkiye bi awayekî di şerê dijî DAÎŞê de aktîf be. Lewre jî, di bazara Enqereyê ya navbera Tirkiye û Amerîkayê de, gava Tirkiye daxwaza radestkirina Fethullah Gulen dike, Amerîka jê re dibêje, “berî wê tu sînorên xwe, nava xwe, zikê xwe ji DAÎŞê paqij bike, Gulen di hembêza te de ye..”

Aliyê dî, Tirkiye dibêje, “Ez naxwazim kurd li wê derê bibin dewlet!” Amerîka jê re dibêje, “Tu nikarî biryara vê bidî, kurd mutefîkên me ne, lê ger di şerê dijî DAÎŞê de tu bi me re bî ‘meseleya kurdan’ dibe ku gotinek te jî hebe.

Yanî, bi kurt û kurmancî, vê gavê, av li Jerablûsê gelekî şêlo bûye. Rûsya û rejîma Esed bi bicihkirina Artêşa Azad li vê herêmê razî nabin. Mimkûn e, piştî vekişîna tirkan, operasyonekê ser vê deverê bikin. Piştî wê jî heta sê mehan ev dever dê tev bikevin bin kontrola YPGê…

Ez bawer nakim, ti tişt pêşveçûna kurdan asteng bike.

Tirk nikarin zêde di wê çiravkê de bimînin. Heke Erdogan di tiştekî weha de israr bike, bi demê re xelkê Tirk mimkûn e dijî wî îsyanê bike. Çimkî tiştekî weha li ser Tirkiyeyê dê bargiraniyeke gelek mezin bîne, welatê wan sertapê dê bibe meydana qir û cengê.

DAÎŞ, heke bi rastî jî gelekî tengav bibe, mimkûn e, hucreyên xwe yên veşarî yên di nav Tirkiyê de bixe nav tevgerê; DAÎŞ, hêzeke dirinde ye û çi rehm û wijdana wê tune.

Erdogan, bi rastî jî a niha bi agir dilîze û ev mijera dibe ku bibe destpêka serbejêrbûna wî

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات