Bajarê Amîda

Bajarê Amîda

Amed, li perê robarê Dicleyê, li ser deşta Gewranê, berî Îsa di 4200ê de bi destê Îlamiyan, ku babikek Hûriyan bûn hatiye avakirin. Heta tê heye ku Îlamî û Alanî, ku Efsaneya Memê Alan jê peyda bûye, heman hoz û êlat bit.

Li gorî jêderkên pêbawer û nivîs û fîgurên ser birc û sûrên Amedê, ji avabûna xwe heta îro 32 şaristaniyan hukim li vî bajarî kiriye. Avakarên wê jê re bajarê Amîda gotiye, piştre dema Selçûqiyan navê wê bûye Diyarê Bakir. Ev herdu nav, navên wê yên herî naskirî ne.

  

Em hinekî Amedê binasin:

Kela Navîn

Çawa ku sûrên bajêr ji aliyê Romayiyan ve hatin çêkirin, pê re, qedrê Kela Navîn zêde bû û di her dewrê de bû navenda rêvebirinê. Kela Navîn li kuncikê bakur-rojhilatê Sûran dikeve, bi cîwarbûna vê derê diçe heta serdema Hurrî- Mîtanniyan (B.R. 3700-3500). Girê ku li Kela Navîn e, di arkeolojiyê de bi navê Girê Amîda derbas dibe û dîroka pêzan a vî girî heta salên Berî Zayînê 4200î diçe. Ev cih, bajar cara pêşîn li vê derê hatiye danîn. Kela Navîn demeke dirêj wek girtîgeh hate bikaranîn û gelek dengbêjan stran bi ser de gotin. Şûnewarên din ên dîrokî ku li vê derê ne heta sala 2005an ji aliyê Yekîneya Leşkerî ya Cendirmeyan ve hatin bikaranîn.   

 

Kemera Artûqiyan

Dihêle mirov bike Kela Navîn. Ev kemer 10 metre fireh, li ser derwazeyeke mezin a kemereke dir kitêbeyeke bi nivîseke girs dîroka 1206-1207 tê nîşandan. Di herdu aliyên kemerê de şerê şêr û gamêşan ser neqşê heye, ev neqiş dişibe ya li ser derwazeya rojhilat a Mizgefta Mezin. 

Girê Amîda û Seraya Artûqiyan

Girê Amîda ku bakurojavayê Kela Navîn e, heman demê ew der e ku bajarê Amedê lê hatiye avakirin. Li gorî lêkolînên li ser rûzemîna vê derê hatine kirin dîrokê wê xwe digihîne salê B.Z. 4200an. Tê qebûlkirin ku ev gir dema Hurriyan hatiye avakirin, paşî bi dorê bermahiyên serayên Romayî, Bîzansî û herî dawîn jî di serdema Îslamê de bermahiyên seraya Artûqiyan têne xuyakirin. Di vî girî de, di navbera salên 1961-1962yan de kolanên arkeolojîk hatine kirin, ji van kolanan der barê dîroka bajêr de gelek pêzanîn û belge bi dest ketine, heman demê kavilên serayeke serdema Melik Salih Nasreddin Mahmud (1200-1222) 3e Artûqî jî derketin meydanê. Ev Seray bi mozaikên kevirê rengîn û xemlên çînî bi eywanên selsebîl û xaçwarî pêçayî û tê de birkên bi fişfişok berdest bû, heman demê xirş û xalên bi kevirên rengîn û guharên camî xemlên mozaikî peyda bûn. Di beşa rojhilatê de jî pêpelingên derketina ji serayê derketin pêş û hate aşekerkirin ku têketina serayê li cem kemera Artûqliyê ye. di vê serayê de robotên ku zanyarê kurd El Cezerî çêkirine û serdema navîn ronî kiriye hatine bikaranîn.  

Kela Derve

Sûrên bi hinceta “Nahêla ba bikeve bajêr” hatin hilweşandin, bi rewşa xwe ya mayî wek parçeyek kêm a dîrokî dimînin. 

Di çaryêka sedsala 4an de, li derveyî sûrên kela derve ya îroyîn sûreke din a duyemîn jî hebû. Hikumdarê Eyûbî Melîk Kamil ku di sala 1232yan de li ser bajêr desthilatdariya xwe ava dike, sûrên derve hildiweşîne û bi kevirên wan sûrên îro yên hilweşiyayî çêkirin. Di roja me de bermahiyên van sûran, li Deriyê Çiya, Cadeya Nexweşxaneyan, Deriyê Mêrdînê û dora Ben û Senê peyda dibin.   

Dîmena keleha Amedê ji jor ve, dişibe masiya pilingî. Ser Sûran, motîf, neqş û şopên şaristaniyên ku bûne serdestê bajêr hene û bi van re nivîs wek şarekê ser bejna sûran hatin pêçan û di van nivîsan de rengên wan xuya dibin. Dirêjiya sûran nêzî 5.800 metre, bilindiya wan jî di navbera 8-20 metre, stûriya wan jî 3-12 metrî de diguhere. Keleha Amedê, hin jê çargoşe, hin jê pirgoşe û hin jî gilover bi tevayî 82 bircên wê hene. Ji van bircan a herî giring Birca Keçikê, Birca Heft Birayan, Birca Pîroz, Birca Deriyê Çiyê û Birca Nûr. Kela derve çar deriyên wê hene bo derve vedibin, ev derî ji aliyê mîmarî ve gelekî giring in. Li bakur Deriyê Xarpêtê, li rojava Deriyê Rihayê (Deriyê Romê), li başûr Deriyê Mêrdînê û li Rojhilatê Deriyê Nû (Deriyê Dîcle û Deriyê Avê) hene. Sûran 5.600 salan, xwe li dijî hemû talan û dagirkeriyê parast. Sûrên li derdora Deriyê Mêrdînê, di sala 1932yan de ji aliyê waliyê demê ve bi hinceta “nahêle ba bikeve bajêr” hatin hilweşandin.     

Arkeolog û Lêkolerê Fransiz Albert Louis Gabriel vê hilweşandina trajîk dibîne û bi telgrafê rewşê ji navendê re radigihîne û rê lê digire. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات