Îslam û Ziman

Îslam û Ziman

 

Em ê di evê mijarê de jî nêzîkî akam û bandoriya ku, çanda û zimanê erebî û di riya îslamê re, li çand û zimanên miletên dîtir; ew ên ku ketin bin zordariya imperotariya îslamê, bibin û bizavên xwe bikin ku, hinek ronahî bidin ser mijarê û hinek xalan şirove bikin û heya em karibin em ê, bê alîgirtin nêzîkî mijara xwe bibin.

Ji berî her tiştî ku, dive em zanibin; milet û nijad bi ziman û çanda xwe tête nasîn û eger ku, tu karibî ziman û çanda miletekî bipişifînî, ew tê ewê wateyê ku, te ew milet winda kir û eger ku, em vegerin dîroka herêmê, em ê bi dehan ewan miletên ku, hatine pişaftin weke nimûne li ser evê yekê bibînin û di roja îro de tenê navê ewan di pirtûkên dîrokî de tête zimên, tevî ku, ew xwedî şaristaniyin gewre bûn jî, lê di hundirê milet û imperetoriyên nuh de, weke ya misilimantiyê, hatine helandin.

Tiştê din ku, gereke were eşkerekirin ev e; ku milet û çanda erebî weke nijadeke taybet û cuda heya ji berî zayînê bi sed salî û weke ku, Dr. Wedîi BEŞOR di pirtûka xwe ya di bin navê "أساطير آرام" de dibêje; nehatibû nasîn û ne jî ti rola ewan di dîroka herêmê de hebû, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî û weke ku, lêkolînên erkiyolocî ji me re salix didin ku, herêma rojhilat û di kûraniya dûreka herêmê de, pir şaristaniyên mezin nas kiribûn û yek ji ewan şaristaniyan ya Aramî ye.

Lê yek dikare bipirse; çima me ev şaristanî û bi rengekî taybet anî zimên. Helbet pir sedem li pey ewê yekê hene, lê ya herî girîng, ew e, ku bi mijara me ve girêdayî ye û hêştiye em evê şaristaniyê binav bikin; ziman û tîpên ku îro miletên Ereb bikar tînin weke ku, ew yên ewana bin û dihêle evan miletên din ku, ewan tîpan bi kar tînin, bikulînin û bibêjin: ev miletên han ne xwedî dîrok û şaristaniyên kevinin û vaye ew çanda xwe ya çêkirî bi tîpên me didin nivîsandin û helbet gotin ji miletên ku, ketibûn bin darê imperetoriya îslamê re ye; mîna Paris û Kurdan û heya ji berî demekê û ji berî ku, Kemal Atatûrk bingeha dewleta Tirk ya nûjen deyne û tîpên erebî bi yên latînî biguhêre, digel hinek miletên dîtir.

Û wilo ew; Ereb xwe ji bîr ve dikin ku, ev tîp bi xwe yên miletekî din in, û ewan ev tîp jê girtine, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din de jî û ji berî ku, ewan tîpan li ser evan miletan û bi darê zorê bidin meşandin, evan miletên ku me anîbûne zimên û yên ku, me ne anîbûn jî, xwedî tîp û çandeke cuda bûn û me pir ziman û zaravên cuda-cuda didîtin û hêj em dibînin. Bi gotineke din; herêma rojhilatê û ji destpêka dîroka mirovantiyê ya nivîskî de, tîp û nivîsandinên cuda-cuda nas kirine. Ne tenê wilo û weke ku, dîrok ji me re dibêje; herêma rojhilat xwediya naskirina tîp û nivîsandinê ye û ji berî ku, Ereb weke nijad xwe binase.

Û wilo em dibînin ku, akam û bandoriya pêşîn ku, îslamê li evan miletên dîtir kiriye, di aliyên çand û zimên de, ew ê ji aliyekî ve hin şaristaniyê mezin weke ya Aram hilweşandin û bi ewê yekê tenê nekir, lê heya bû paşmakgirê çanda ewana jî; ango destê xwe danî ser çand û kultûra ewan miletan û weke ya xwe be bi me dide nasîn û bi ser hemî tiştan de jî, ewê karîbû evan tîp û kultûrê li ser evan miletên ku, ji aliyê imperetoriya îslamê ve hatibûn dagîrkirin, bidana ferzkirin.

Helbet ev yeka; guhertina tîp û zimanê dijmin bi yê zikmakî, dê bi serneketa eger ku, ew tenê bi darê zorê ba, lê tiştê ku, dihêşt ev miletên dîtir dev ji çand û zimanê xwe berdin, pirî caran bi dilekê û bê zordariya dijmin, û evê nuh; yê erebî têxin şûna yên xwe, bi "xêra pîroziyê" bû. Ola îslamê û weke hemû olên dîtir ku, di dema olên gir de, karîbû evê baweriyê bi pêrewên xwe bide înan kirin, çi bi riya gotina nerim û xweş, nemaze di destpêka bangê de, û çi jî bi riya talan û şûr be.

Û îro roj em bandora evê yekê dibînin ku, em miletên hatine dgirkirin, me nasnameya xwe ya ethnî-çandî hêştiye û bi yeke biyan girtiye; ji navên ku em li zaroyên xwe dikin bigre û bighe tîpên ku, em çand û kultora xwe pê dinivîsin, ta bighe ziman û zarawa me û eger ku, em li ferhengên zimanên evan miletan vegerin, emê talan û bêtara ku, ziman û çanda erebî-aramî li ser ewana binasin.

Vêca û weke ku, çawa di salên bîsta ji sedsaliya çûye, K. Etetûrk bi ewê gava xwe ya girîng rabû û tîpên latînî xistin şûna yên erebî-aramî, divê ev miletên dîtir jî bi ewê gavê rabin, da ku, karibin ji bin akamiya çand û zimanê erebî derkevin û ewê gava pêşîn be di pêvajoya rizgarkirin evan miletan de. Ji ber ku, gava pêşin di pişaftin an jî rizgarkirina miletekî de, ew ji rizgarkirina ziman û kultorê de dest pê dike.

Û em weke miletê Kurd û eger ku, em evê gavê pêknînin û li gor dîtinên me, emê di pêşerojê de û li gor heyamên îro, bêtirî milet û çandekê di nav Kurdan de bibûnin; ango ne dûre ku, em bibînin milet û çanda me bûye çend par û bi navên çand û miletên Soran, Zaza û Kurmanc bête bi navkirin û wilo ev ji me dixweze, weke rewşenbîr û ji berî ewan jî weke hêzên konevanî û dezgeh, hajî evê biveyê hebin, da ku, em vegerin ser yek tîpên nivîsandinê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات