Balafirên şer ên Rûsî îro danê êvarî hejmarek bajar û bajarokên gundewarên Heleb û Idlibê bi giranî bimbebaran kirin û di encamê de, bi dehan weltiyên sivîl bûne qurbanî.
Jêderên xwecihî ragihandin, ku balafirên Rûsî komkujiyek li kargrha zeytê ya li rojavayê bajarokê Batbo yê gundewarê Helebê pêk anîn û tê de, 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bêhtir ji 20ên din jî birîndar bûn.
Li bakurê Helebê jî, balafirên Rûsî mizgefta mezin a li navenda bajarê Endan armanc kirin. Di encamê de, endamekî berevaniya sivîl hate kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, herweha mizgeft bi tememî ruxiya.
Li aliyekî din, bajarokê Mi’erdibsê yê gundewarê Idlibê yê başûr rastî hejmareke êrîşên balafirên rûsî hat û li wir jî, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 jî birîndar bûn, herweha ziyaneke mezin gihişte semyanên welatiyan.
التعليقات (0)