Li Qersê di navbera Gerîlayên PKKê û leşkerên Tirk de şer

Li Qersê di navbera Gerîlayên PKKê û leşkerên Tirk de şer

Bakurê Kurdistanê - Hate ragihandin, ku li navçeya Kaxizman a Qersê di navbera gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket.

 

Li gorî agahiyan, li devera Çemçe-Madur a navçeya Kaxizman a girêdayî parêzgeha Qersê li Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyê de pevçûn derket. Li vê barê waliyê Qersê Rahim Dogan got, ku di encama pevçûnan de, leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û îdia kir, ku li aliyê din jî 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات