Asayîşên Rêveberiyê hejmarek ji endamên PDK-Sê binçav dikin

Asayîşên Rêveberiyê hejmarek ji endamên PDK-Sê binçav dikin
Geryanên Asayîşên Rêveberiya Xweser doh êvarê kampanyayeke binçavkirinê dermafê hejmarek ji endamên Partiya Demokratî ya Kurdistanî-Sûriyê (PDK-Sê) li gundewarê Qamişloyê pêk anîn.

Li gorî jêderekî ji PDK-Sê nexwest navê xwe aşkere bike, hêzên Asayîşê endamê partiya wan Mut’î Seyid Remedan li gundê Zexîra yê girêdayî bajarê Çil Axa girtin û berê wî dane zindanê, herweha Ebdo Şero bavê Dilxwaz ji gundê Lotika li herêma Aliyan û Yûsiv Hesen Elî ji bajarokê Girkê Legê.

Hêjayî gotinê ye ku, Asayîşa Rêveberiyê li gundê Şebek endamên PDK-Sê Ebdilrehman Tehlo û Elî Mela Ebdo êvara Çarşema bihurî binçav kiribûn, û beriya bi rojekê Reşîd Hesen (gundê Lotika), Mihemed Şerîf Ibrahîm (Girkê Legê) û Sebah Mela Ebdulkerîm (gundê Dêrûna Axê) ji hêla heman aliyî ve hatibûne binçavkirin, û ew hemû endamên PDK-Sê ne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات