Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku di mijara rêxistina DAIŞê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de nêrîna wan û Tirkiyê wek hev e. Johnson di kongireyeke rojnamevanî de li gel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîşoxlo li ser rewşa herêmê axivî û ragihand ku derbarê agirbesta Sûriyê , ew dikarin bi stratîjiyeke bi bandor li gel Tirkiyê kar bikin da rêxistina DAIŞê têk bibin û ji bo pêşeroja gelê Sûriyê gavên girin bavêjin. herwisa wezîrê derve yê Brîtanyayê got ku di mijara tekoşîna li dijî rêxistina DAIŞê û PKKê d  ew li gel Tirkiyê hemnêrînin û ew giringiyê didin ewlekariya Tirkiyê.