Şaredariya Serê Kaniyê jibo başkirina rêxistina bajar, projeyeke nû li kolan destpê kir. Doh li taxa Zeradeşt û Zorava du kolanên nû bi nirxê 42 milyon L.S li hatin çêkirin. Ew jî li gorî ragihandina şaredariya Serê Kaniyê. Li gorî endizyar Ciwan Ebdilezîz, dê kar were kirin, jibo duristkirina du dergehan li du taxan bi 32 hezar metrên çargoşe, û dê bermahî werine paqijkirin, axa wê were rastkirin û kevirên girs û hûr li wan kolan û dergehan werine belavkirin. Ebdilezîz herwiha amaje kir, ku ev proje wê 60 rojî dirêj bike. Li aliyekî din heman şaredarî dest bi çaksazkirina kolanên kort û koncal tê de çêbûne bi qîr û zifta reş kir.