Hate ragihanin, ku di nîvê Kolana Siyahî ya bajarê Qamişlo nêzî geraca Hesekê bombeyeke deng teqiyaye, û di encamê de du welatî bi sivikî birîndar bûne. Li gorî agahiyên berdest, teqîn nêzî Avahiya Ekaşo ya li ber Sîmonêz li cihekî di navbera Hêzên Sotoru û Hêzên (Berevaniya Niştimanî) de rû daye. Ta aniha nehatiye naskirin, ka ev teqîn ji hêla kî ve pêk hatiye.