Partiya Demokratîk a Kurdistanî-Tirkiyê (PDK-Tê) ragihand ku, ew ê xebatên xwe li hin herêman berfirehtir û zêdetir bike. Piştî lidarxistina kongirê 11mîn, encûmena serokatiya PDK-Tê di daxuyaniyekê de diyar ku ew ê partiyeke yasayî ava bikin û da bigihîjine armancên xwe, dê komîteya rêveberiyê di hefteyê de 2 caran bicivin.  Di çarçoveya daxuyaniya PDK-Tê hat ku, encûmena partiyê di kongirê xwe de pêşveçûnên dawiyê li welêt û derdorê gotûbêj kirin, û wan xwest ku helwestên xwe derbarê hemû pêşveçûnên diqewimin ji raya giştî re diyar bikin. Di berdewamiya daxuyaniyê de, encûmena PDK-Tê xebatê dike da partiyeke yasayî damezirîne, herweha dê çalakiyên xwe li hin herêman berfirehtir bike, û dê girîngiyê bide yekrêziya helwstan di hundirê partiya xwe de.