Rêveberiya giştî ya antî terorê ya girêdayî encûmena ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê kuştina serkirdeyekî leşkerî mezin ê rêxistina DAIŞê di topbarandina hêzên Pêşmergeyan de li derodra bendava Mûsilê ragihand. Di daxuyaniya xwe de ku îro Pêncşemê belav bû, rêveberî diyar kir ku, topa hêzên Gulan ên taybet li derdora bendava Mûsilê cîgeha serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Erşed Salih El-Ibêdî û bi Ebû Cerah dihate nasîn, topbarandin û di encamê de ew hate kuştin. Heman daxuyanî wisa dom kir: "Ew terorîstê armanckirî, berpirsê êrîşa DAIŞê bû li ser devera Xazir di şeva 15-12-2015an de, û tê de serleşker Mexdîd Herkî û lîwa Şewket Doskî û hejmarek ji hevalên wan jiyana xwe ji dest dan.