Duh danê êvarê geryaneke Asayîşan êrîşî mala serkirdeyekî partî demoqrata kurdistana Sûriyê PDKSê li derdora Çil Axa kirin. Jêderekî ji PDKSê wiha got ku bêtirî 30 çekdarên asayîşê yên bi ser rêveberiya xweser ve duh di demjimêr 1û nîvê şevê de êrîşî mala serkirdeyê PDKSê Silêman Hesen Ehmed li gundê Şebek yê bi ser Çil Axa ve kirin ,û da zanîn ku destdirêjî li pêşiya zarok û hevjîna wî û bav û dayika wî kirin û ew birin cihekî ne nas.